• Thursday, 05 February 2026
logo

Li Almanya xwepêşandanek li dijî qedexekirina PKKê birêve çû

Gulan Media November 22, 2020 Nûçe
Li Almanya xwepêşandanek li dijî qedexekirina PKKê birêve çû
Li Almanya xwepêşandanek li dijî qedexekirina PKKê hat sazkirin.

Li Berlîna paytexta Almanyayê bi dehan kes ji kurdên alîgirên PKKê rijiyan ser kolanan û derbarê qedexeya li ser PKK li wî welatî nerazîbûna xwe derbirîn.

Xwepêşanderan guh li çalakvanan digirtin, ku bi diruşman bang dikirin, herwiha polîsên Almanyayê jî li devera lê xwepêşandan birêve çû tedbîrên ewlekarî girtibûn û tenê çavdêrî dikirin.

Xwepêşanderan li seranserî Kolana Kurfurstendam meşa xwe berdewam kirin, ligel alayên kesk û sor û zer, û li ber dengê sirûda niştimanî.

Li Almanyayê 27 sal di ser qedexekirina Partiya Karkerên Kurdistanê re derbas dibin.

Di 26 Mijdara 1993an de, Wezîrê Navxwe yê Almanya yê wê demê Manfred Kanther, PKK xist nava lista “rêxistinên tundrew” yên qedexekirî û hemû çalakiyên PKKê li Almanya qedexe kirin.

PKK jibilî Tirkiye û Amerîkayê li hejmareke welatên Ewropayê jî çalakiyên wê hatine qedexekirin.

Rudaw
Top