Li parêzgeha Selahedîn ya Iraqê herî kêm 11 kes di êrişa DAIŞê de hatin kuştin
Berdevkê parêzgariya Selahedîn, Cemal Ikab ji BasNewsê re got, şeva borî terorîstên DAIŞê li devera Meshek ya nahiya Bêcî ya parêzgeha Selahedîn êrişî hêzên ewlehiyê kirin.
Cemal Ikab da zanîn, di wê êrişê de 9 endamên hêzên ewlehiyê û du sivîl hatin kuştin. 7 endamên hêzên ewlehiyê û sivîl jî birîndar bûn.
Wî berpirsê da zanîn, di nav kuştiyan de berpirsê polîsê devera Meshek Îbrahîm Meicel jî heye.
Basnews
