• Thursday, 05 February 2026
logo

Tirkiyê li deryaya Spî dema lêgerîna gaz û petrolê dirêj kir

Gulan Media November 22, 2020 Nûçe
Tirkiyê li deryaya Spî dema lêgerîna gaz û petrolê dirêj kir
Tirkiyê dema lêgerîna gaz û petrolê li deryaya Sipî heta 29'ê Mijdarê dirêj kir.

Tirkiye careke din ji bo keştiya Oruç Reîs ya lêgerîna gaz û petrolê navteks ragihand. Li gorî daxuyaniyê Keştiya Lêkolîna Oruç Reîs, dê heta 29ê mijdarê li Behra Spî xebatên xwe bidomîne, keştiyên bi navê Ataman û Cengizxan jî wê bi wê ra bin.

Li gor daxuyaniya dezgeha lêgerîna çavkaniyên siruştî, erkê keştiya Oruç Reîs heta 29'ê Mijdarê hatiye dirêjkirin û ji bo vê navteks hatiye ragihandin.

Li Derya Naverast lêgerînên Tirkiye bo gaz û petrolê, ji hêla Yekîtiya Ewropa ve wek binpêkirina serweriya axa Qibris û Yunanê tê binavkirin.

K24
Top