• Thursday, 05 February 2026
logo

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di rojekê de 141 kes bi Coronayê mirin

Gulan Media November 21, 2020 Nûçe
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di rojekê de 141 kes bi Coronayê mirin
Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 5 hezar û 103 pêketiyên vîrusa Coronayê hatin tomarkirin û herwiha 141 kes jî bi virûsê mirin ku ev rekorek nû ye.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê, Fahrettin Koca amarên nû yên Coronayê yên 24 demjimêrên bihorî aşkere kir.

Fahrettin Koca diyar kir, ku di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 155 hezar û 642 pişkinînên taybet bi Coronayê hatine encamdan, ku encamên 5 hezar û 103 ji wan pozîtîv bûye.

Her li gor amarên nû, ji duh ve heta îro 141 kes ji pêketiyên Coronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 3 hezar û 019 kes ji nexweşên Coronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 435,273 kesan û 12,084 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 367,592 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 16 milyon û 937 hezar û 887 pişkinînên Coronayê hatine pêkanîn.

Rudaw
Top