PDK: Ti peywendiya me bi çawaniya diyarkirina Babe Şêxê Êzdiyan nîne
Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, “Li gel pîrozbahiyên germ li xwîşk û birayên Êzidî em radigihînin ku di vê rewşê de û niha ji her demê zêdetir hemwelatiyên me pêwîstî bi yekgirtin û yekrêziyê heye.”
Di daxuyaniya Berdevkê PDKê de hatiye gotin ku Kurdên Êzidî li gor rêkar û nerîtên ola xwe Babe Şêx diyar kirine û “dîsa wan destên ku xwestin Şingalê ji Kurdistanê veqetînin û bi rêya xelkê Şingalê rewatiyê bo hebşna xwe bidest bixin û ew ên ku jibilî ziyanê ti sûdeke wan bo Şingalê nebûye, hewla têkdana peywendiya qayîm a di navbera Şingaliyan didin. Şingalî gelek ji wê zanatir in ku xelkekî biyanî hewl didin dubendiyê di nav wan de ava bikin û destwerdanê di nav taybetmendiyên wan de bikin.”
Berdevkê PDKê tekez dike, “Em wek PDK dûr û nêzîk peyvendiya me bi çawaniya diyarkirina pile û payeyên civakî û olî yên xwîşk û birayên me yên Kurdên Êzidî nebûye. Em rêz li encamên civînên wan ên şêwazê hilbijartina Babe Şêx û biryarên wan digirin.”
Roja 16.11.2020 Fermandarê Fermandariya Şingalê Qasim Şeşo ragihand, ji ber paşguhkirina Kurdên Êzidî yên Şingalê, wek kargêriya Liqa 17 a PDK dest ji kar ber didin û ew êdî ne Fermandarê Fermandariya Şingalê ye.
Qasim Şeşo di girte vîdyoyeke 8 xulekî de li tora civakî ya Facebookê behsa sedema destjikarberdana xwe dike û dibêje, “Ez daxwaz lêborînê li Serok Mesûd Barzanî, cenabê Nêçîrvan Barzanî, kak Mesrûr Barzanî û kak Sîdad Barzanî û serkirdayetiya partiya me dikim. Neçar im vê yekê bêjim; Serok Mesûd Barzanî, cenabê Nêçîrvan Barzanî, kak Mesrûr Barzanî gelek tişt hene li Şingalê rû didin û hûn agahdar nînin. Hinek reftar Êzidiyan nîgeran dikin, ez jî yek ji wan im.”
Li gor gotina Qasim Şeşo, Babe Şêxê nû yê Kurdên Êzidî bêyî wergirtina boçûna Êzidiyên Şingalê hatiye danîn “Mîrê Kurdên Êzidî bi xwe daniye bêyî ku li gel Êzidiyên Şingalê bişêwire. Wek ew dibêje piştevaniya partiya me li gel bûye, ji ber hindê min dest ji kar berda. Ji îro ve wek kesekî bêalî me û ne Fermandarê Fermandariya Şingalê me.”
Roja 14.11.2020, di civînekê de Mîr û Civata Rûhanî ya Kurdên Êzidî Şêx Elî Îlyas wek Babe Şêxê nû yê Kurdên Êzidî diyar kir.
Şêx Îlyas roja 18.11.2020 di merasîmeke olî de li Perestgeha Lalişê li Şêxanê, erkên Babe Şêx bi fermî wergirt, lê bêyî razîbûna beşeke Kurdên Êzidî.
Qasim Şeşo di wê girte vîdyoyê de dibêje, “Kesên wek Hazim (Mîrê Kurdên Êzidî” em Êzidiyên Şingalê piştguh kirin” û tekez jî kir ku ew Hazim Tehsîn Beg wek Mîr û Şêx Elî Îlyas jî wek Babe Şêx nas nakin û îtîraf pê nakin.
Şêx Elî Şêx Îlyas 45 roj piştî koça dawî ya Babe Şêx Xirto, bi amadebûna nêzikî 250 kesayetên Kurdên Êzidî û Civata Rûhanî wek Babe Şêxê nû yê Kurdên Êzidî hat destnîşankirin.
Şêx Elî Şêx Îlyas kî ye?
Şêx Elî Şêx Îlyas sala 05.12.1979an li qezaya Şêxan ji malbateke olî dayîk bûye û ji heman malbata olî ya Şêx Fexrî Adya ye.
Şêx Elî xelkê komelgeha Şêxka ye, bavê 4 zarokan e û heta qonaxa seretayî xwendiye. Ji zaroktiya xwe ve fêrî qewl û beytên olî bûye. Bapîrê wî Hecî Nasir ji 1920 ta 1954 Babe Şêx bû. Bavê wî Şêx Îlyas ji 1977 ta 1995an Babe Şêx bû.
Şêx Îlyas piştî mirina bavê xwe çûye Perestgeha Lalişê xizmet kiriye.
Babe Şêx rêberê yekem e
Hejmara Kurdên Êzidî nêzikî 1 milyon e û 550 hezar ji wan li Başûrê Kurdistanê dijîn.
Li gor amarên Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Êzidiyanm Babe Şêx rêberê yekem e û dibe endamê Encûmena Rûhanî.
Şêx Xirto Hacî Îsmaîl, Babe Şêxê berê yê Kurdên Êzidî û Rêberê Rûhanî yê Êzidiyan, roja 01.10.2020an di 87 saliya xwe de bi nexweşiyê koça dawî kiribû.
Rudaw
