• Thursday, 05 February 2026
logo

Peyama Serok Barzanî derbarê wefat û taziyeya apê wî Şêx Mehmûd de!

Gulan Media November 21, 2020 Nûçe
Peyama Serok Barzanî derbarê wefat û taziyeya apê wî Şêx Mehmûd de!
Apê Serok Mesûd Barzanî Şêx Mehmûd Şêx Ebdûllah Barzanî bi sedema vîrûsa koronayê wefat kir.

Serok Barzanî derheqê taziyeya rehmetî de daxûyaniyek da û diyar kir ku ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê taziyê dananin (pêknaînin).

Peyama Serok Barzanî:

"Bi navê xwedayê mezin û dilovan.

Em ji hemû gelê xwe yê Kurdistanê û hemû xizmên xwe re radigihînin ku; Roja înê 20 mijdara 2020 Şêx Mehmûd Şêx Ebdullah Barzanî pismamê me û kesayetiyê ji devera Barzanê
bi nexweşiya koronayê koça dawî kir.

Em ji hemû nexweşan re şîfayê dixwazin û ji xwedayê mezin dixwazin ku hemû kesên wefat kirine ef û û aza bike. Ji ber nexweşiya korona û ji bo parastina xelkê em taziyeyê pêknaînin."

K24
Top