Aktar: Proseyeke nû ya çareserkirina Pirsa Kurd dest pê nake
Serdozgeriya Komarî ya Amedê biryara desteserkirina 113 kesan da ku hejmareke zêde ji wan parêzer in û heta niha li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê 72 kes hatine desteserkirin.
Serokê Berê yê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar derbarê desteserkirina parêzeran de ji Rûdawê re ragihand ku heta niha ew bi xwe jî nizanin ka parêzer bi çi tên tohmetbarkirin lê “tişta tê gotin, navê wan di materyalên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de derbas dibe, tenê ev.”
Mehmet Emîn Aktar amaje bi wê dike ku di van heyamên dawîn de parêzer, siyasetmedar, rojnamevan, aktîvîstên civaka sivîl û xelkê asayî bi kiryarên rojane jî “tên tohmetbarkirin û krîmînalîzekirin” û diyar dike ku heta niha diyar jî nîne ka çend kes hatine desteserkirin.
Aktar dibêje, “Derbarê 32 kesî de biryara desteserkirinê hatiye dayîn ku yek ji Baroya Şirnexê, yek ji Baroya Semsûrê û 30 jî ji Baroya Amedê ne. Heta niha ji 20an zêdetir parêzer hatine desteserkirin.”
Li Tirkiyê ev çend roj in berpirsên hikûmetê behsa amadekariyên pêkanîna reforman di sîstema darazê de dikin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî îro di gotarekê de amaje bi vê yekê kir û got, “Di demeke nêzîk de em dê pakêtên nû yên derbarê reforma darazê de bişînin parlamentoyê.”
Ev pêşhatên li Tirkiyê jî ji aliyê beşek şîrovekaran wek nîşanên destpêkirina proseyeke nû ji bo çareserkirina pirsa Kurd hatin nirxandin.
Lêbelê Serokê Berê yê Baroya Amedê ne di wê baweriyê de ye ku di vê qonaxê de hikûmeta Tirkiyê proseyeke nû ya çareseriyê bide destpêkirin û dibêje, “Gotinên tên kirin ji bo derveyî welat e, ne ji bo raya giştî ya navxwe ye. Lewma rewşa me naguhere.”
Herwiha di dawiya axaftina xwe de Mehmet Emîn Aktar daxwaz kir ku ew parêzerên hatine girtin demildest bên berdan.
Li aliyê din Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin îro derbarê girtina parêzeran de kongreyeke rojnamevaniyê li dar xist û ragihand ku sedema girtina hevalên wan ew bûye ku navên wan li Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatine dîtin.
Lê dibêje jî, eger ku dewleta Tirkiyê li gel DTKê kar dike û di warê yasayî de jî nasdike, çima endam û rêveberên KCDê nagire û radibin dest bi girtina parêzeran dikin û got, “Ev desthilat li gel KCDê kar dike, ji ber vê desthilatê KCDê tevlî karûbarên yasayî yên parlemena Tirkiyê kir. Ji ber ku vê desthilatê li Amedê li gel KCDê kar li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd kir.”
Serokê Baroyê Cîhan Aydin dibêje jî, bi vê operasyonê hikûmeta Tirkiyê dixwaze tola xwe ji parêzeran vebike got, “Ew hevbeşên KCDê ne û aktorên siyasî yên hevbeşên wan hene. Baş e, bêyî ku ew bêne girtin, her weke parêzeran bêyî ku bi ser mala wan de bigrin û wan binçav nekin, em ji we bawer nakin. Em qet jî qebûl nakin. Ji ber ku ev operasyonekî tolhildana siyasî ye.”
Rudaw
