Şahê Siûdiyê û Erdogan peywendiyeke telefonî encam dan
Li gor medya fermî ya Erebistana Siûdî, di wê peywendiya telefonî de behsa hewlan hatiye kirin di çarçova karên Lûtkeya G20 ku Şahnişîna Siûdiyê mazûvaniyê dike.
Her di wê peywendiya telefonî de giftugo li ser peywendiyên dualî yên di navbera herdu welatan de jî hat kirin.
Dawîn peywendiya telefonî ya di navbera serokên herdu welatan de roja 04.12.2019an pêk hat ku Erdogan bi boneya mirina birayê mezin ê Şah Selman, peywendî bi Şahê Siûdiyê kir û serxweşî lê kir.
Rudaw
