Mesûd Heyder: Pirsa mûçeyên fermanberên herêma Kurdistanê bi polemîkan çareser nabe
Parlamenterê berê yê Iraqê Mesûd Heyder ku bi salan di lijneya darayî ya parlamentoyê de kar kir, di nivîsekî de ragehand: ‘’Li gor madeya 117 û 121ê ya destûra mayînde ya Iraqê, pêkhateya herêma Kurdistanê , desthilatên wê hatine diyar kirin û hikûmeta federal bi rêya hikûmeta herêma Kurdistanê ve danûstanên koordîne û darayî li gel mûçexorên herêma Kurdistanê dike.’’
Derbarê wê bangeşeya çend parlamenterekî kurd ên dijî herêma Kurdistanê û Sîrwe Ebdulwahîd a xwîşka Şasiwar Ebdulwahîd dikin, herçend ew bixwe jî xwedî raboriyeke bi şeref li gel karê parlamenteriyê de tine jî, lê dibêje xwedê girawî îmza komkirine bo ku mûçeyên fermanberên herêma Kurdistanê rasterast bi rêya Bexdayê ve bê dayîn û Mesûd Heyder dibêje: ‘’Nabe polemîk bi armanca siyasî ve li ser vê babetê bê kirin ji aliyê ti partî û kesekî ve. Dive hemû şiyan bên yekxistin, ku ew 320 milyar dînarê mehane tê xerc kirin, bê dayîn û heta derxistina yasaya sala budceya 2021ê ya Iraq berdewam bike.’’
Herwaha got: ‘’Derveyî wê çarçoveyê her gotinekî bê kirin tenê bo polemîk û armancên partî û kesî ye.’’
Basnews
