• Thursday, 05 February 2026
logo

Hevserokê KESKê: Budceya 2021 bi kêrî polîtikayên şerxwaz tê

Gulan Media November 21, 2020 Nûçe
Hevserokê KESKê: Budceya 2021 bi kêrî polîtikayên şerxwaz tê
Piştî oposizyonê konfederasyonên mezin yên sendikayên Tirkiyê jî li hember budceya sala nû ya Tirkiyê nerazîbûna xwe nîşan dan. Hevserokê Konfederasyona KESKê jî tekez dike, “Budceyeke ku tenê kêrî polîtikayên şerxwaz tê. Budce tenê xizmeta sermayedaran û karsazên nêzîkî hikumetê dike.”

KESK, DÎSK, KAMU- ÎŞ û çend sendikayên din daxwaz ji hikumetê dikin ku budce li gorî wê yekê were amadekirin ku asta jiyana karker û fermanberan baştir bike.

Nîqaşên di derbarê budceya sala nû ya Tirkiyê de ku niha li ber derê komsiyonê tê gotûbêjkirin berdewam in.

Piştî nerazîbûn û rexneyên oposizyonê, sendikayên mezin yên Tirkiyê jî li hember budceya sala nû nerazîbûna xwe ragihandin. Aliyekî nerazî jî budceyê Konfederasyona Sendikayên Karkeran KESK e.

Mehmet Bozgeyîk, Hevserokê Konfederasyona KESKê, dibêje, “Çend sal in ku desthilata AKPê dema budceyê amade dike, daxwaza civakê, kedkaran berbiçav nagire. Budce dîsa li gorî îdeolojîya desthilatê tê amade kirin. Budceyeke ku tenê kêrî polîtikayên şerxwaz tê. Budce tenê xizmeta sermayedaran û karsazên nêzîkî hikumetê dike. Kes guh nade daxwaza karkeran. Budceyeke wisa nîye ku di xizmeta perwerde, tenduristî û başkirina asta jiyana kedkaran de be.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 13 milyon 856 hezar û 801 karker hene ji vê hejmarê ji milyonek 917 hezar 893, wate ji sedî 13.84 ya karkeran endamên sendikayen e. Yek ji daxwaza sendikayan herî kêm bi rêjeya ji sedî 50 zêdekirina mûçeyê karkeran e.

Mehmet Balik, Serokê Konfederasyona KAMU- İŞ, dibêje, “Me sala borî ji hikumetê daxwaz kiribû ku mûçeyên me ji sedî 50 werin zêdekirin, lê desthilatê daxwaza me red kir. Karkerek nêzîkî 4 hezar lîreyan werdigire eger ji sedî 50 were zêdekirin jî wê mûçe bibe derdora 6 hezar lîre, ev jî di demekê de ye ku hêla hejariyê 10 hizar û 800 lîre ye. Ji ber wê em dibêjin; eger hikumet mûçeyên me bi rêjeyeke baş zêde neke û alikariya me neke, sala 2021ê dê ji bo kedkaren saleke gelek zehmet be.”

Di dema gotûbêjan budceyê de li Komisyona Plandanan û Budceyê, yek ji daxwazên sendikayan jî ew bû ku nunerên wan jî di komisyonê de hebin lê komisyon tenê ji endamên partiyên siyasî pêk tê ku 15 endamên Akpartî, 7 yên CHPê, 3 yên MHPê, 3 yên HDPê û 2 endam jî yên IYI Partiyê ne.

Rudaw
Top