• Thursday, 05 February 2026
logo

Ebdullah Gedo: Divê ENKS ofîsa xwe li Efrînê veke

Gulan Media November 21, 2020 Nûçe
Ebdullah Gedo: Divê ENKS ofîsa xwe li Efrînê veke
Endamê Desteya Siyasî ya ÎItîlafa Oposizyona Sûriyê Ebdelah Gedo dibêje, divê ENKS ofîsa xwe li Efrînê veke û “xelk dixwaze ENKS baregehên xwe veke ku gilî û gazindên xwe bigihîninê.”

Îtîlafa Oposizyona Sûriyê biryar daye, heftane 7 endamên Desteya Siyasî ya Îtîlafê li navçeyên Efrîn, Cerablus û navçeyên din yên di bin kontrola çekdarên girêdayî Tirkiyê de dewam bikin.

Şandeke Îtîlafa Oposizyona Sûriyê serdana bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê kiribû û Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ebdula Gedo jî di nav de bû.

Endamê Desteya Siyasî ya ÎItîlafa Oposizyona Sûriyê Ebdelah Gedo ji Cerablusê beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê bû û behsa serdana bo Efrînê kir.

Ebdullah Gedo amaje bi wê dike ku beriya mehekê Îtîlafê biryar da ku dewamê li Efrîn, Ezaz, Cerablus û deverên din bide destpêkirin û dibêje, “Di wê çarçovê de hat xwestin hemû endamên Komîteya Giştî jî derbasî wan deveran bibin, em jî li gel şandekê derbas bûn.”

Gedo amaje bi wê dike ku ENKS beşek e ji Îtîlafê û dibêje, li gor biryara Îtîlafê yekî 4 caran amade nebe di civînan de, dê ji kar bê dûrxistin û îem nikarin li hember biryaran rawestin.”

Derbarê rewşa xelkê Efrînê de jî Gedo dibêje, “Me nekarî şandek Kurdî bi giştî bibînni ku nûnertiya xelkê Efrînê bikin, ji ber ku ev 2 sal e ofîsên ENKSê hatine girtin û xelk tên revandin û ditirsin. Grûpên çekdar xelk tirsandine.”

Ebdullah Gedo behsa projeyeke ENKSê jî kir ji bo vekirina ofîsan li herêma Efrînê û destpêkirina kar û xebatan li deverên jêr destê grûpên çekdar û dibêje, divê ENKS ofîsên xwe veke û “xelk dixwaze ENKS baregehên xwe veke ku gilî û gazindên xwe bigihîninê.”

Derbarê rexneyên li ser serdana wan bo Efrînê jî Gedo tekez dike, “Me gelek caran ji Îtîlafê re got ku `em derbasî Efrînê nabin heta hûn çareser nekin`, lê îro dewama Îtîlafê çûye Efrînê ne ku ENKSê serdana Efrînê kiriye, Îtîlafê serdan kiriye.”

Li aliyê din Îtîlafa Oposizyona Sûriyê ji bo beşdarîkirin di hilbijartinên bê yên Sûriyê de, komisyona Bilind ya Hilbijartinan ava kir.

Li gorî biryara Îtîlafê, armanca wê komisyonê, piştgîriya hêzên opozisyona Sûriyê di hevrikiyên hilbijartinên bê yên serokayetî, parlamen û hilbijartinên xwecihî de bike, herweha ji bo xelkê Sûriyê bo wan hilbijartinan amade bike.

Li gorî biryara Îtîlafê, hilbijartinên Sûriyê li gorî biryara 2254 ya Enncûmena Asayîşa Navdewletî û daxuyaniya Cinêv I dibin.

Li gor Îtîlafê, erkê wê komisyonê danîna stratîjiyet û beşdarîkirin, di giştpirsiya projeya destûra nû û belavkirina hişyariyê di nava xelkê de ye.

Rudaw
Top