• Thursday, 05 February 2026
logo

Amerîka: Hikûmeta Iraqê ji me daxwaz kir ku em li welatê wan bimînin

Gulan Media November 20, 2020 Nûçe
Amerîka: Hikûmeta Iraqê ji me daxwaz kir ku em li welatê wan bimînin
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê General Kenneth F. McKenzie ragihand: “Zêdetirî 10 hezar çekdar û şaneyên razayî yên DAIŞê li Iraq û Sûriyê hene û hê jî gef in. Hikûmeta Iraqê jî ji me daxwaz kir ku em li welatê wan bimînin.”

General Kenneth F. McKenzie di civînekê de ku li ser peywendiyên Amerîka û welatên Erebî hatibû lidarxistin, ragihand: “Li ser fermana Serok Trump tenê 2 hezar û 500 serbazên Amerîkî li Iraqê dimînin.”

McKenzie destnîşan kir: “Li gor zanyariyan, hê jî zêdetirî 10 hezar çekdar û şaneyên razayî yên rêxistina DAIŞê li Iraq û Sûriyê hene û metirsiya serîhildana wan heye.”

General Kenneth F. McKenzie eşkere kir: “Ez hêvî dikim biryara derketina me ji Iraqê bi fermî û ji aliyê hikûmeta wî welatî bibe, lê niha hikûmeta Iraqê bi eşkere ji me re gotiye ku dixwaze Amerîka û welatên hevpeyman li welatê wan bimînin.”

K24
Top