Amerîka: Hikûmeta Iraqê ji me daxwaz kir ku em li welatê wan bimînin
General Kenneth F. McKenzie di civînekê de ku li ser peywendiyên Amerîka û welatên Erebî hatibû lidarxistin, ragihand: “Li ser fermana Serok Trump tenê 2 hezar û 500 serbazên Amerîkî li Iraqê dimînin.”
McKenzie destnîşan kir: “Li gor zanyariyan, hê jî zêdetirî 10 hezar çekdar û şaneyên razayî yên rêxistina DAIŞê li Iraq û Sûriyê hene û metirsiya serîhildana wan heye.”
General Kenneth F. McKenzie eşkere kir: “Ez hêvî dikim biryara derketina me ji Iraqê bi fermî û ji aliyê hikûmeta wî welatî bibe, lê niha hikûmeta Iraqê bi eşkere ji me re gotiye ku dixwaze Amerîka û welatên hevpeyman li welatê wan bimînin.”
K24
