Hoşyar Zêbarî hişyarî da: Divê Iraq xwe ji rewşa herî xirab re amade bike!
Hoşyar Zêbarî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Êrîşên mûşekî yên ser Devera Kesk a Bexdayê, hilçûneke metirsîdar e ji aliyê milîsên çekdar ve.”
Zêbarî eşkere dike: “Di salvegera kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis de rewş dê xirabtir bibe, divê hikûmeta Iraqê xwe ji bo îhtimalên herî xirab amade bike.”
Şeva 17 vê mehê, li taxa Emîn ya bajarê Bexdayê, çar mûşek arasteyî Devera Kesk a Bexdayê hatin kirin û Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê milîsên alîgirên Îranê bi avêtina wan mûşekan tohmetbar kir.
Şeva 3 Çileya îsal, Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Mihendis li kêleka firokexaneya Bexdayê di êrişa artêşa Amerîka de hatin kuştin.
Ji wê çaxê heta niha berpirs û fermandeyên Îranê gefa tolhildanê ji Amerîka dixwin.
Basnews
