• Thursday, 05 February 2026
logo

Hoşyar Zêbarî hişyarî da: Divê Iraq xwe ji rewşa herî xirab re amade bike!

Gulan Media November 20, 2020 Nûçe
Hoşyar Zêbarî hişyarî da: Divê Iraq xwe ji rewşa herî xirab re amade bike!
Wezîrê berê yê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî ji ber nêzîkîbûna salvegera kuştina fermandeyê hêza Quds ya Îranê Qasim Suleymanî hişyarî da û ragihand, dê rewş xirabtir bibe!

Hoşyar Zêbarî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Êrîşên mûşekî yên ser Devera Kesk a Bexdayê, hilçûneke metirsîdar e ji aliyê milîsên çekdar ve.”

Zêbarî eşkere dike: “Di salvegera kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis de rewş dê xirabtir bibe, divê hikûmeta Iraqê xwe ji bo îhtimalên herî xirab amade bike.”

Şeva 17 vê mehê, li taxa Emîn ya bajarê Bexdayê, çar mûşek arasteyî Devera Kesk a Bexdayê hatin kirin û Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê milîsên alîgirên Îranê bi avêtina wan mûşekan tohmetbar kir.

Şeva 3 Çileya îsal, Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Mihendis li kêleka firokexaneya Bexdayê di êrişa artêşa Amerîka de hatin kuştin.

Ji wê çaxê heta niha berpirs û fermandeyên Îranê gefa tolhildanê ji Amerîka dixwin.

Basnews
Top