• Thursday, 05 February 2026
logo

Fransayê dijayetiya xwe li ser rola Tirkiyê ya li Qerebaxê nîşan da

Gulan Media November 20, 2020 Nûçe
Fransayê dijayetiya xwe li ser rola Tirkiyê ya li Qerebaxê nîşan da
Fransa ji rola ku Tirkiye li herêma Nagorno-Qerebaxê dilîze, nîgeran e û daxwaz dike ku ji aliyê civaka navnetewî ve serperiştiya agirbesta Qerebaxê were kirin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê bi Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan re axivî.

Di peywendiya telefonî de Emmanuel Macron bo her du aliyên Azerbaycan û Ermenistanê tekez kir ku Parîs dixwaze koma "Minsk" roleke zêdetir bilîze û çavdêriya rewşa agirbesta navbera herdu aliyan bike.

Emmanuel Macron eşkere kir; ew ê hewl bide ku serperiştiya navdewletî ji bo çavdêrîkirina agirbesta Qerebaxê pêk were û zemîn were guncawkirin ji bo vegerandina awareyan û derxistina çekdarên biyanî yên li wê herêmê,bi taybetî çekdarên Sûrî ku bo wê deverê hatine veguhestin.

Mijara herêma Nagorno-Qerebaxê, bûye yek ji wan mijarên ku di navbera Enqere û Parîsê de nakokî li ser e û Fransa di wê baweriyê de ye ku Enqere li paş derketina şerê Qerebaxê ye, lewra li dijî Ermeniyan piştevaniya Azerbaycanê dike.

K24
Top