• Thursday, 05 February 2026
logo

Tirkiye dixwaze zeyta Efrînê bifiroşe Amerîkayê

Gulan Media November 20, 2020 Nûçe
Tirkiye dixwaze zeyta Efrînê bifiroşe Amerîkayê
Zeyta zeytûnan a ku ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê bo Tirkiyê tê anîn gelek caran dibe rojev, par bo Îspanya û îsal bo New Yorkê. Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Antakyayê Hikmet Çînçîn ragihand ku Kooperatîfên Krediya Kiştûkalî hewl dide 90 hezar ton zeyta zeytûnan ku herî dawî ji Efrînê hatiye anîn bifroşe Amerîkayê.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Antakyayê Hikmet Çînçîn li bajarê Hatayê di civîneke Maseya Aborî ya CHPê de axifî. Li gor rapora ajansa Anka ya Tirkî Çînçîn da zanîn ku Kooperatîfên Krediya Kiştûkalî hewl dide 90 hezar ton zeyta zeytûnan ku herî dawî ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê hatiye anîn bifroşe Amerîkayê.

Çînçîn derbarê zeyta Efrînê de got: “Niha min bihîst ku nûnerên Kooperatîfên Krediya Kiştûkalî çûne New Yorkê bo firotina zeyta zeytûnan. Bi baweriya me ne tiştekî rast e. Min berê xwe da çîroka serkeftinê ya Kooperatîfên Krediya Kiştûkalî. Min temaşe kir hertim xesirîne, hikûmet an desthilatên berê pere xistine qaseya wê. Taybetmendiyeke wiha ya Kooperatîfên Krediya Kiştûkalî heye. Bêyî tu karî bike serê her tonekê dikare komisyonê werbigre. Bi baweriya min ev dijî hiqûqa reqabetê ye.”

Çînçîn diyar kir ku ew desthilata bo kooperatîfê hatiye dayîn berevajiya hiqûqa bazirganî ye. Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Antakyayê da zanîn ku karsazên Hatayê dixwazin li herêmê navçeyeke azad bê damezrandin û got: “Taybetmendiyek bo Kooperatîfên Krediya Kiştûkalî hatiye dayîn. Wezareta Kiştûkalî û Wezareta Darayî tenê gotine hun dikarin vî malî hawirde bikin. Li gor ez dizanin ev dijî hiqûqa reqabetê ye. Em dixwazin heta zû ye ev yek were serrastkirin. Pêwîst bike li Deriyê Çiqlê Zeytûnê herêmeke azad a demkî were damezrandin. Daîmî be baştir e. Bombe li Reyhanliyê ketin, pirsgirêkên ekonomîk li Hatayê çêbûn. Em di wê baweriyê de ne ku divê Hatay jî para xwe jê werbigire.”

Çînçîn got: “Li Efrînê 90 hezar lître zeyta zeytûnan tê berhemanîn. Bi mercê were hinardekirin û li nav bazara Tirkiyê neyê firotin tê anîn. Lê ev zeyt li bazara navxwe gelekî tê firotin û berhemhênerên Tirk jê vê yekê nîgeran in. Ez li ser navê Hatayê diaxifim, kompanya me heye ku potansiyeleke wê ya ciddî ya hinardekirinê heye. Lê bo wan desthilata hawirdekirina zeyta zeytûnan ji Efrînê nayê dayîn. Me ji Wezîrê Kiştûkalî Bekir Pakdemirli re got ku em li dijî vê yekê ne.”

Sala 2019an jî mijara zeyta zeytûnên Efrînê di rojevê de bû. Hatibû ragihandin ku ew zeyta ji Efrînê tê anîn wek li Tirkiyê hatiye berhemanîn bo Îspanya û hinek welatên din ên Ewropayê tê hinardekirin. Parlamenterê Partiya Muhafezakarên Demokrat a Swîsreyê Bernhard Guhl ji Fox Newsa Amerîkî re gotibû: “Baxên zeytûnan ên Efrînê ku di jêr dagirkeriya Tirkiyê de ne ji aliyê hêzên Tirk û çekdarên girêdayî wê ve tên talankirin. Zeytûnên hatine dizîn bo Îspanya hatin firotin.”

Meha borî Parlamentera HDPê ya Edenê Tulay Hatimogullari, Parlamentera CHPê ya Hatayê Suzan Şahîn û Parlamenterê MHPê yê Hatayê Lutfu Kaşikçi ev mijar biribûn Parlamentoya Tirkiyê.

Rudaw
Top