Serokê Nemsayê spasiya serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê kir
Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Kovan Amedî ji ber êrişa terorîstî ya şeva 3 Mijdara îsal ya li paytexta Nemsa-Viyenayê qewimîbû, peyameka behîdariyê ji serokê Nemsayê Alexander Van der Bellen re şandibû.
Ji ber wê yekê, serokê Nemsayê jî bi rêka sefaretxaneya wî welatî li Stokholma paytexta Swêdê, spasnameyek pêşkêşî serokê FKKSê Kovan Amedî kir. Naveroka spasnamê wiha ye:
“Ez ji dil ji bo nameya we ya di derheqê êrişa terorîstî ya hovane ya li Viyena, ku tê de gelek kuştî û birîndar hene, spas dikim.
Ev kiryar derbeyek giran bû li dilê Viyena, li dilê Nemsa û berî her tiştî, li dilê her kesê ku nirxên me û jiyana demokrasiya lîberal dinirxînin. Lê, wek ku min berê jî gotibû: Nefret ti carî bi qasî civaka me di azadî, demokrasî, tehemûl û hezkirinê de xurt nabe.
Ez bi taybetî spasiya we dikim ji bo dilsoziya ku we nîşanî daye!”
Basnews
