Mezlûm Kobanî serxweşî li Nêçîrvan Barzanî kir
Parêzgarê Hewlêrê Dr. Firset Sofî piştî mehek ji pêketina bi Coronayê, roja Çarşemê, 18.11.2020 li nexweşxaneyeke li Enqereya paytexta Tirkiyê koça dawî kiribû.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Kobanî jî bi boneya koça dawî ya Parêzgarê Hewlêrê Dr. Firset Sofî serxweşî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Roja 19ê Cotmeha borî, piştî encamdana pişkinînê, derketibû ku parêzgarê Hewlêrê Dr. Firset Sofî bi Coronayê ketiye, û ji ber rewşa wî ya tendirustî ya giran, ew ji bo Tirkiyê hatibû veguhastin, ku duh serê sibehê, di temenê 42 saliyê de, koça dawî kir.
Vê sibehê demijmêr 07:00 cezaneyê Dr. Firest Sofî ji morga nexweşxaneya Memorial a Enqerê hat derxistin û ber bi balafiexaneya Esen Boga ya Enqerê ve hat birêkirin û derdora demjimêr 09:30 jî ji wir ve bo Hewlêrê hat vegerandin.
Li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, bi merasimeke fermî û mezin pêşwazî li termê Dr. Firset Sofî hat kirin û paşê li goristana Şêx Ehmed a Hewlêrê hat veşartin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîmê de got, “Dr. Firset Sofî ewqas ketibû di dilê xelkê de ku gelek kesan, ew weke stêrkek ji stêrkên esmanê Hewlêrê bi nav kirin.”
Dr. Ferset Sofî 41mîn parêzgarê Hewlêrê bû û di demeke kêm de gelek proje û kar û xizmet pêşkêşî xelkê Hewlêrê kirin.
Firset Sofî sala 1978an li qezaya Çomanê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve ji dayik bûbû û di meha Îlona îsal de weke parêzgarê Hewlêrê hatibû destnîşankirin.
Rudaw
