Tê daxwazkirin vaksîna Coronayê bo hemû welat û kesekî bê dan
Li Rojhilata Navîn zêdetirî 3 milyon û 600 hezar pêketî hatine tomarkirin, şaxê Rojhilata Navîn ê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) jî tekeziyê li ser wê yekê dike, bo bidawîanîna Coronayê pêwîst e hemû kes bên dermankirin.
Hemed Menzerî, Rêveberê Şaxê Rojhilata Navîn ê WHO dibêje: “Nûçeya nêzîkbûna berdestbûna vaksînekê yan zêdetir a dijî Coronayê hêviyê dide me, lê vaksîn ne çareseriyeke cadoyî ye bo bidawîanîna vê bahorê. Metirsiya veguhhestina vîrusê her dimîne heta wê dema ku her kesek bê dermankirin.”
Piştî ku kompanyayên Moderna, Pfizer û BioNTech ku vaksînên wan bi rêjeya ji sedî 90 serkeftin bidestxistine, welatên cîhanê dixwazin bilez girêbestê bikin daku vaksîn bo welatiyan bikirin.
Serokwezîrê Iraqê, Mistefa Kazimî jî amaje bi wê yekê kiriye, ku hikûmetê biryar daye, rêkeftinê ligel Hevpeymaniya Navdewletî ya vaksînê bike daku vaksîne bo welatiyên Iraqê peyda bike.
Kazimî dibêje: “Me birgeyeke taybet ji civînên xwe bo pêşhateyên Coronayê û wê vaccina nû ku di ragihandinên cîhanê de behsa wê tê kirin terxan kir. Em her hewlekî didin ku di zûtirîn dem de wê vaccine bedrest bikin. Komîteya bilind a tendirustiyê û selametiyê biryar da, Iraq ligel Hevpymaniya Navdewletî ya vaksîn rêkeftinekê bike bo misogerkirina beşê Iraqê ji wê vaksînê.”
Encama qonaxa sêyem a taqîkirina vaccina hevbeş a kompanyaya Pfizer û BioNtech û vaksîna kompanyaya Moderna wê yekê derdixin ku bi rêjeya ji sedî 95ê bibandor û selametin.
Di vê demê de, çaverêyî wê yekê dikin ku ajansa Xwarin û Dermanan a Amerîkayê moletê bide vaksînên wan, daku ji bo rewşa bihawarçûnê bên bikaranîn.
Ajansa Amerîkî berî ku moletê bide, hûrbîniyê û pêdaçûnê bo dataya du mehan derbarê lidûvçûna rewşa tendirustiyê ya wan xwebeşan dike ku di qonaxa sêyem de ya vaksîn li ser wan hatibûn ceribandin.
Rudaw
