Çavdêr: Pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê di asta herî xirab de ne
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo hate Tirkiyê û li Stenbolê ligel Serkeşe yanî Patrîkê Patrîkxaneya Rûmên Fenera Stenbolê Bartholomeos, Nûnerê Pîskopoziya Vatîkanê ya li Stenbolê hevdîtin pêk anî û bi şûnde serdana Mizgefta dîrokî ya bi navê Rûstem paşa kir û çû Gorciyayê. Pompeo hemû pirsên nediyar ên di vê serdana xwe de bê bersiv li paş xwe hiştin. Lê nîqaşên divê derbarê de jî bi hemû gurehiya xwe berdewam dikin.
Li gorî Rojnameger Hilmî Hacaloglu sedema serdana patrîkxaneyê ya Pompeo li dijî vekirina Ayasofyayê peyameke. Lê li eniya Tirkiyê nexwestina hevdîtinê ya di asta fermî de, bi serdema nû ya rêvebriya Amerîkayê ve girêdayî ye ku Tirkiye dixwaze pêywendiya xwe ya digel Komarparêzan li paş bihêle û peyamên erênî bide rêveberiya nû ya Amarîkayê.
Rojnameger û çavdêr Hilmî Hacaloglu ji K24ê re got: "Ji hatina Stenbolê ya Pompeo em dikarin gelek peyaman derxin. Lê ya rastî ev e ku divê me hemû bizanibin pêywendiyên di nava Tirkiye û Amerikayê de di dîrokê de di asta herî xirab û rajêr de ne. Ev yek xwe bi vê serdanê jî dide der. Ev tê çi wateyê; ji S-400an bigirin, heta bi mijara Sûriyê, Derya Spî û di meha Tirmehê de jî vebûna Mizgefta Ayasofyayê li rexê Amerîkayê rê li ber neazîbûnên mezin vekiribû. Di vê serdanê de hevdîtina digel Patrîkê Ortodoks jî nîşaneya nerazîbûn û nîgaraniyên Amerîkayê ne."
Li gorî medaya Tirkiyê rayedarên Tirk nexwestine vê hevdîtinê pêk bînin ligel Pompeo, pispor jî dibêjin; dema li wêneyê mezin tê nihêrtin tê dîtin ku Amerîka di warê hevdîtinan de zêde ne bi israr bûye. Ev serdan dide der ku pêywendiya xirab û têkçûyî ya di navabeyna dû welatên hevkar de, wek nîşaneya derbên giran dinirxînin ya di nava têkîliyên Tirkiye û Amerîkayê de. Piştî serdana Mizgefta Rûstem Paşa ensafên deverê jî ji Kurdistan 24ê axivîn û diyarkirin ew bi serdana Pompeo gelekî kêfxweş bûne.
Esnafê ber Mizgefta Rûstem Paşa: "Pompeo hat serdana mizgefta me kir û çû. Biqasî mine w dît mirovekî baş xuya dike. Mizgefta me nû hate restorekirin. Qismet îro bû bi hatina Pompeo wê mizgefta me jî vebe û em ê karibin biçin mizgefta xwe."
Esnafê ber Mizgefta Rûstem Paşa: "Ev mizgeft ya Rûstem Paşa ye û dîrokî ye. Pompeo ji bo vekirina mizgeftê hat ji ber ku ev demeke dirêj e girtî bû. Ji bo min serdana wî baş bû."
Li aliyê din di serdana Fransayê de Mike Pompeo di hevdîtina digel Macron de bang li welatên Ewrûpayê kiribû ku ew li dijî helwesta Tirkiyê ya hêrişkarane bibin yek û karvedaneke hevpar nişan bidin û Erdogan jî di warê helwesta wî ya tundrew de qanî bikin. Ev daxuyaniya wî di serdana Tirkiyê de ji aliyê hikûmetê ve bû sedema karvedanan û hin komên nijadperset jî li pêşiya Patrîkxaneyê civiyan û bi daxuyaniyeke çapemeniyê Pompeo protesto kirin.
K24
