• Thursday, 05 February 2026
logo

Sînorê Siûdiyê û Iraqê yê 30 sal daxistî bû hate vekirin

Gulan Media November 19, 2020 Nûçe
Sînorê Siûdiyê û Iraqê yê 30 sal daxistî bû hate vekirin
Rêveberiya gumrik û benderên Iraqê duh belav kir ku sînorê Erier ê navbera Iraq û Erebistana Siûdiyê yê 30 sale daxistiye hateiye vekirin.

Ew sînore piştî dagirkirina Kuwêtê ya ji aliyê rejîma Beis ve û qutkirina peyvendiyên navbera Bexda û Rîyadê yên sala 1990ê ve hatibû daxistin.

Li gor zanyariyên ajansa Reutersê duh bi amadebûna beşek ji berpirsên herdu welatan û balyozê Siûdiyê li Bexdayê ve deriyê sînor ê Erier piştî 30 salan daxistî mayînê hate vekirin.

Siûdiye bi armanca tekoşîna hember pêgeha Îranê ya li navçeyê piştevaniyên xwe yên aborî li Iraqê pêşdixe û li hember wê jî Iraq hewldide şiyan û derfetên cîranê xwe yê başûr sûd jê wergire.

Basnews
Top