• Friday, 06 February 2026
logo

Artêşa Îraqê 4 endamên pkk binçav kir

Gulan Media November 19, 2020 Nûçe
Artêşa Îraqê 4 endamên pkk binçav kir
ji çiyayê mexmûrê xwestine çek bixin nava bajarên Kurdistanê.
Xwestine çek bixin nava bajarên Kurdistanê.

Malpera Şefeqnews belav kir ku rayedarekî artêşa Îraqê ji wan re gotiye ku hêzên artêşa Îraqê li ser zaniyariyên ku destê wan ketine, karîne 4 endamên pkkê binçav bikin.

Şefeqnewsê li ser zarê berpirsê artêşa Îraqê diyar kiriye ku ew 4 endamên PKKê ji çiyayê Mexmûrê dinava tirimbîlekê de bûne û di nava tirimbîla wan de 12 bombeyên destî û du çekên din hebûne û xwestine wan derbasî nava bajarê Kurdistanê bikin.

Artêşa Îraqê diyar kiriye ku di operasiyonekê de artêşa Îraqê ew her 4 endamên pkkê binçav kiriye.
Top