Li Amedê leşkerekî bi guleyekê canê xwe ji dest da
Parêzgarê Amedê Munir Karaloglu li ser hesabê xwe twitterê ragihand ku çawişê pispor Cumhur Tokuş bi guleya ji çêka wî hate teqandin birîndar bûye û ew bo nexweşxaneyê hate veguhestin.
Munir Karaloglu da zanîn ku li nexweşxaneyê tevî midexaleyên bijîşkî Tokuş ji mirinê rizgar nebûye.
Derbarê mirina Takuş de ti zanyariyek din nehate belavkirin ka bûyer bi saşî bûye yan jî xwe kuştiye.
Rudaw
