• Thursday, 05 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel şandeke leşkerî ya Brîtanî civiya

Gulan Media November 19, 2020 Nûçe
Serok Barzanî li gel şandeke leşkerî ya Brîtanî civiya
Behsa rewşa deverê bi giştî kirin.

Duh Serok Barzanî pêşwaziya şandeke leşkerî ya Brîtanî bi Serokatiya Şêwirmendê leşkerî yê Brîtanî yê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê, John Lorimer kir.

Di civînê de ku balyozê Brîtanî yê li Îraqê û hijmareke din ji rayedarên balyozxaneya Brîtanyayê jî têde beşdar bûn, giftûgo li ser rewş û pêşhatên dawî yên deverê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.

Di berdewamiya civînê de behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê û dom kirina prosesa hevkarî kirin û perwerde kirina hêzên pêşmerge jî hate kirin.

Di dawiya civînê de behsa metirsiyên terorê û dubare serîhildana terorîstên DIŞIê jî hate kirin.

Top