• Thursday, 05 February 2026
logo

Polîsê Îranê li Hewramana Text hemwelatiyek kuşt

Gulan Media November 19, 2020 Nûçe
Polîsê Îranê li Hewramana Text hemwelatiyek kuşt
Piştî kuştina hemwelatiyekî xelkê Hewramanê ji aliyê hêzên serbazî yên Îranê ve, şeva derbasbûyî xelkê bi ser binkyeke polîs de girt û şer û pevçûnan rû da.

Li gor zanyariyan, ji bajarê Merîwanê ve hêz ji bo kontrolkirina rewşê hatin şandin û înterneta wî bajarokî hat birîn û hêzên polîs teqe kirin.

Li gor raporta rêxistina Hengaw, roja Sêşemê, 17.11.2020, hêzên serbazî yên Îranê ji binkeya serbazî ya Hewramana Text li parêzgeha Sine, ketober gule li xelkê sivîl reşandin û ji ber wê yekê jî hemwelatiyek bi navê Seidî Rostemzane canê xwe ji dest da.

Emîr Huşeng Heyderyan, Cîgirê Polîsê Parêzgeha Sine got, “Polîs teqe li otomobîlekê kiriye ku guh nedaye hişyariya polîs û ranewastiyeye û guleyek bi ber otomobîlê ketiye.”

Li gor Heyderyan, “Kesek (Seidî Rostemzane) dema di wê deverê re derbas dibû, birîndar bûye û paşê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.”

Cîgirê Polîsê Parêzgeha Sine, rewatiyê dide teqekirina polîs û dibêje, “Hêzên serbazî yên li binkeya Sewlawa bi liberçavgirtina tedbîrên yasayî sûd ji çekê wergirtine.”

Rudaw
Top