Ji HDP û DBP derbarê êrişên PKK de daxûyanî!
Taşçıer dibêje, "Divê destketiyên Kurdan em wek çavên xwe biparêzin, divê em Hikumeta Herêma Kurdistanê wek çavên xwe biparêzin. Destkeftiyek parçeyek Kurdistanê destkeftiya hemu Kurdan e û zirarek hember parçeyekî zirarê dide hemu parçeyan."
Di daxuyaniyê de bal hate kêşan ku demeke Kurdan kariye di civaka navneteweyî de bibin rojev û behsa Kurdan kirin de êrîşên ser destkeftiyên Kurdan metirsîdar in. Parlementera HDPê Ya Diyarbekir Remziye Tosûn anî zimên ku divê kurd nekevin xefkê.
Parlamentera HDP Remziye Tosûn dibêje, "Divê xwîna Kurdan bi destê Kurdan newe rijandin. Em dibêjin na. Faşîst dixwazin xwîna Kurdan bi destê Kurdan bidin rijandin. Berê navê Kurdan nedihat zanîn lê niha hemu cîhan behsa Kurdan dike û Kurdan dinasin. Divê em haydar bin."
Di daxuyaniyê de bang li hemu alî û rewşenbîrên Kurd hat kirin ku hember êrîşên ser destkeftiyên Kurdan bisekinin û rêgir bin û bal hate kêşan ku xêrnexwazên Kurdan dixwazin destkeftiyên Kurdan ji holê rakin û bo vê yekê jî lîstokên kur dilîzin û divê hember vê yekê jî helwest were nîşandan.
K24
