• Thursday, 05 February 2026
logo

Zanîngeha Êlihê kursa ziman vekir lê cih neda Kurdî

Gulan Media November 18, 2020 Nûçe
Zanîngeha Êlihê kursa ziman vekir lê cih neda Kurdî
Li Navenda Lêkolîn û Perwerdeya Ziman (DILMER) a di bin banê Zanîngeha Êlihê de ji bo xwendekarên biyanî kursên zimanên Tirkî, Erebî, Farsî û Îngilîzî hatin vekirin, lê nebûna kursa zimanê Kurdî ku ji sedî 90 xelkê bajêr Kurd in, bû cihê balkêşiyê.

Li Zanîngeha Êlihê, navenda DILMERê bi merasîmekê kursên xwe yên zimanên Tirkî, Erebî, Farsî û Îngilîzî ji bo 50 xwendekarên biyanî da destpêkirin.

Parlamentera Partiya Tevgera Netewperest (MHP) a Stenbolê Arzu Erdem jî beşdarî merasîma destpêkirina kursan bû û ragihand ku ew jî pispora ziman e, loma beşdarî merasîmê bûye.

Arzu Erdem amaje bi girîngiya zanîna ziman kir û got: “Zimanê we çi qas zêde were zanîn û çi qas zêde were bikaranîn dewleta we jî ew qas bihêz dibe. Ji bo me cihê kêfxweşiyê ye ku xwişk û birayên me ji Afrîkayê hatine û fêrî Tirkî bûne û ji axavtinên min fam dikin. Divê polîtikayên ji bo fêrkirina zimanê me li welatên cîran û yên xwe nêzîk Tirkiyê dibînin were pêşxistin û berfirehkirin.”

Rêvebirê Giştî yê Zanîngeha Êlihê Prof.Dr. Aydin Durmuş jî destnîşan kir ku ji zêdeyî 20 welatan xwendekar li zanîngeha wan hene û wiha pê de çû: “Ev dê li vê navendê perwerdeya ziman bo xwendekarên xwe pêşkeş bikin. Em navendên kursên zimanên Erebîî Farsî û Îngilizî vedikin. Hejmareke zêde ya xwendekarên biyanî hene û dema ew vegeriyan welatê xwe wê weke balyozên xwebexş nûnertiya welatê me bikin.”

Tevî ku bêhtirî ji sedî xelkê bajêr Kurd in, lê kursa bi zimanê nehate vekirin û ev yek jî bûye cihê balkêşiyê.

Rudaw
Top