Zanîngeha Êlihê kursa ziman vekir lê cih neda Kurdî
Li Zanîngeha Êlihê, navenda DILMERê bi merasîmekê kursên xwe yên zimanên Tirkî, Erebî, Farsî û Îngilîzî ji bo 50 xwendekarên biyanî da destpêkirin.
Parlamentera Partiya Tevgera Netewperest (MHP) a Stenbolê Arzu Erdem jî beşdarî merasîma destpêkirina kursan bû û ragihand ku ew jî pispora ziman e, loma beşdarî merasîmê bûye.
Arzu Erdem amaje bi girîngiya zanîna ziman kir û got: “Zimanê we çi qas zêde were zanîn û çi qas zêde were bikaranîn dewleta we jî ew qas bihêz dibe. Ji bo me cihê kêfxweşiyê ye ku xwişk û birayên me ji Afrîkayê hatine û fêrî Tirkî bûne û ji axavtinên min fam dikin. Divê polîtikayên ji bo fêrkirina zimanê me li welatên cîran û yên xwe nêzîk Tirkiyê dibînin were pêşxistin û berfirehkirin.”
Rêvebirê Giştî yê Zanîngeha Êlihê Prof.Dr. Aydin Durmuş jî destnîşan kir ku ji zêdeyî 20 welatan xwendekar li zanîngeha wan hene û wiha pê de çû: “Ev dê li vê navendê perwerdeya ziman bo xwendekarên xwe pêşkeş bikin. Em navendên kursên zimanên Erebîî Farsî û Îngilizî vedikin. Hejmareke zêde ya xwendekarên biyanî hene û dema ew vegeriyan welatê xwe wê weke balyozên xwebexş nûnertiya welatê me bikin.”
Tevî ku bêhtirî ji sedî xelkê bajêr Kurd in, lê kursa bi zimanê nehate vekirin û ev yek jî bûye cihê balkêşiyê.
Rudaw
