"Trump bi lez leşkeran ji Iraq û Efxanistanê dikêşe"
Jêderan gotiye, Koşka Spî û Pêntagon bi hev re derbarê metirsiyên DAIŞê gotûbêjkirin e û Koşka Spî rijd e. Da ku hêzên xwe ji Iraq û Efxanistanê vekşîne û Pêntagonê jî, plan a vekşandinê danî ye.
Vê hefteyê Donald Trump, biryara vekşandina Hêzên Amerîka dide û hejmara leşkerên xwe li Iraq û Efxanistanê bo 2 hezar û 500 leşkeran kêm dike. Biryara kêmkirina leşkerên Amerîkî li Iraq, Suriye û Efxanistanê heya 15ê Çile tê bicih kirin.
Ev biryar di demekê de ye, destpêka vê hefteyê Krîstofer Mîller ji alî Trump ve li cihê Mark Esper wekî Wezîrê Bergirî yê Amerîka bi wekalet hate danîn. Piştre Miller nameyek bo berpris û karmendên Pêntagon şand û tê de niyeta xwe bo vekşandina Hêzên Amerîka, ji Efxanistan û navçeyên din li Rojhilata Naverast diyar kir û got, dem a wê yekê hatiye, bizivirîn welat. Niha Amerîka 4 hezar û 500 leşker li Efxanistan û 3 hezar leşker li Iraqê hene.
NATO jî, hişyarî ji vekşandinê da û ragihand, eger Amerîka ji Iraq û Efxanistanê vekişe, dê bacek mezin hebe.
