Serokwezîrê Iraqê biryara radestkirina baregehên PDKê yên li Kerkûkê da
Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ve ku hêzên hikûmeta Iraqê dest bi ser Kerkûkê de girtin, dest bi ser tevahiya baregeh û avahiyên rêxistinên PDKê de hat girtin. PDKê jî li hember rewşa nû ya li Kerkûkê, tevahiya çalakiyên xwe li wê parêzgehê rawestand û ragihand, bi dîtina wan Kerkûk parêzgeheke “dagîrkirî” ye û heta ew rewş bi dawî nebe, ew ne amade ne ku vegerin Kerkûkê.
Niha Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî biryara valakirina tevahiya wan baregeh û avahiyên PDKê yên li Kerkûkê derxistiye û li gor biryarê, divê hêzên hikûmeta Iraqê wan cihan vala bikin û radestî PDKê bikin.
Baregeha Encûmena Serkirdatiya Kerkûk-Germiyanê ya Partiya Demokrata Kurdistanê yek ji wan baregehan e, ku divê bê valakirin. Ew bû çend sal ku ew baregeh kirine baregeha Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Kerkûkê.
Biryara valakirina wê baregeha PDKê, ji bo Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Kerkûkê, Ferîq Seid Herbiye hatiye şandin.
PDK pêşwazî li biryara Serokwezîrê Iraqê dike û vê yekê weke qonaxa destpêkê ya asayîkirina rewşa Kerkûkê dibîne. Lê heta niha biryar nedaye, ka piştî valakirina baregehên wan ên li Kerkûkê, dê vegerin wê parêzgehê û dest bi karê siyasî û çalakiyên xwe bikin an na.
Şaxewan Ebdullah, Endamê Komîteya Asayîkirina Rewşa Kerkûkê têkildarî mijarê ji Rûdawê re ragihand, valakirina baregehên Partiya Demokrata Kurdistanê li Kerkûkê beşek e ji proseya asayîkirina rewşa Kerkûkê û got: “Di dema rêkeftinên me de li Bexdayê, heman ew kesên niha daxuyaniyan li dijî valakirina baregehên me didin, razî bûn.”
Fermana valakirina baregehên PDKê rastî bertek û nerazîbûna hejmarek ji aliyên Erebî û Tirkmanî yên Kerkûkê hatiye.
Ereb bi daxuyaniyekê li dijî biryarê derketine û dibêjin, ev pêngav dê bibe sedema aloziyan.
Aliyên Tirkman jî hem bi hevbveşî li gel hejmarek aliyên Erebî û bi awayê cuda jî li dijî radestkirina beşek ji baregehên PDKê ne.
Berpirsê Şaxa Kerkûkê ya Eniya Tirkmanî, Qehtan Wendawî ji Rûdawê re got: “Bêguman em weke Eniya Tirkmanî ya Iraqê, em wiha difikirin ku mijara baregehê girêdayî netewa Kurd û partiyê nîne, lê belê zeviyê avahiyê kêşe li ser heye, wate Partiya Demmokrata Kurdistanê partiyek e ku li Iraqê hatiye tomarkirin û dikare berdewam be li ser karê xwe yê siyasî, lê ew avahî ya hikûmetê ye û milkê dewletê ye.”
Partiya Demokrata Kurdistanê piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an zêdetir ji 80 baregehên emnî û rêkxistinî li Kerkûkê vala kirine, ku piraniya wan dest bi ser de hatine girtin, lê piştî talankirin û şewitandina kelûpelan, hinek ji baregeh paşê hatine valakirin.
Li gor zanyariyên Rûdawê, Parêzgarê Bi Wekalet ê Kerkûkê Rakan Cibûrî jî ji biryara Mistefa Kazimî nerazî ye û bi nivîseke fermî ku ji ofîsa Serokwezîr re şandiye, daxwaza hilweşandina wê biryarê kiriye. Li gor wan zanyariyan, Cibûrî di vê nivîsa fermî de nivîsiye: “Di wan baregehan de tawan hatine kirin û nabe radestî PDKê bên kirin.”
Rudaw
