Parêzgarên Duhok û Silêmaniyê hevxemiya xwe bo koça dawî ya parêzgarê Hewlêrê nîşan dan
Îro danê sibê hat gotin ku parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî, ku ev demek bû bi vîrusa Koronayê ketibû û li Tirkiyê dihat dermankirin, koça dawî kiriye.
Parêzgarê Duhokê, Elî Teter li ser koça dawî ya Firset Sofî peyamek belav kir û ragihand, Firset Sofî heval û birayekî hêja bû. Kesekî xakî û ezîz, rastgo bû. Me hemiyan ew ji dest da.
Elî Teter her wiha sersaxî da malbat û mirovên Firset Sofî û xelkê bajarê Hewlêrê û hemû xelkê Kurdistanê.
Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir jî peyamek li ser koça dawî ya Firset Sofî belav kir û ragihand ku wî bira û hevkar û hevalê xwe yê ezîz ji dest da.
Heval Ebûbekir sersaxî jî da malbata Firset Sofî.
Basnews
