• Thursday, 05 February 2026
logo

Parêzgarên Duhok û Silêmaniyê hevxemiya xwe bo koça dawî ya parêzgarê Hewlêrê nîşan dan

Gulan Media November 18, 2020 Nûçe
Parêzgarên Duhok û Silêmaniyê hevxemiya xwe bo koça dawî ya parêzgarê Hewlêrê nîşan dan
Parêzgarên Silêmanî û Duhokê ji ber koça dawî ya parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî, peyamên hevxemiyê belav kirin.

Îro danê sibê hat gotin ku parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî, ku ev demek bû bi vîrusa Koronayê ketibû û li Tirkiyê dihat dermankirin, koça dawî kiriye.

Parêzgarê Duhokê, Elî Teter li ser koça dawî ya Firset Sofî peyamek belav kir û ragihand, Firset Sofî heval û birayekî hêja bû. Kesekî xakî û ezîz, rastgo bû. Me hemiyan ew ji dest da.

Elî Teter her wiha sersaxî da malbat û mirovên Firset Sofî û xelkê bajarê Hewlêrê û hemû xelkê Kurdistanê.

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir jî peyamek li ser koça dawî ya Firset Sofî belav kir û ragihand ku wî bira û hevkar û hevalê xwe yê ezîz ji dest da.

Heval Ebûbekir sersaxî jî da malbata Firset Sofî.

Basnews
Top