• Thursday, 05 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Wefata Firset Sofî ziyaneke mezin e ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Gulan Media November 18, 2020 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Wefata Firset Sofî ziyaneke mezin e ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de ji ber koça dawî ya Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî ragihand: “Koçkirina wî ziyaneke mezin e ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

Peyama hevxemiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi xemgîniyeke kûr, agahiya koça dawî ya Parêzgarê Hewlêrê Dr. Firset Sofî gihişte me.

Dr. Firset Sofî kesekî niştimanperwer û dilsoz û jêhatî bû. Hemû jiyan û temenê xwe di xizmetkirina niştiman û xelkê de derbas kir û di hemû post û berpirsyariyan de, li qonaxa parlementerî û piştre jî, dakokîkarekî diyar ê proseya çaksaziyê bû.

Bi taybetî weke Parêzgarê Hewlêrê, erkên xwe bi dilsozî bi cih dianî û ez bi xwe ji nêz ve agahdarê dilsozî û peroşî û karameya wî bûm di xizmetkirina xelkê Hewlêrê û Herêma Kurdistanê de bi giştî, loma koçkirina wî ez gelek xemgîn kirim û ziyaneke mezin e ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Em bi vê boneya xemgîn, şîna xwe radigihînin û sersaxiya malbata wî ya niştimanperwer û xelkê Kurdistanê û bi taybetî Parêzgeha Hewlêrê dixwazin.

Xwedayê mezin ruhê wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bibexşîne me hemûyan.

Bîranîn û helwestên Kak Dr. Firset Sofî dê her dem bi zindî bimînin.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

K24
Top