Pompeo çima bêyî hevdîtineke dîplomatîk bike ji Tirkiyê çû?
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di nava alozî û rakişandina dîplomatîk de, weke geştiyarekî hat Tirkiye û bi wî halî jî veqetiya. Pompeo derket geşteke 10 rojan ya ku wê 7 welatan li xwe bigire.
Li hemû welatan jî hevdîtinên dîplomatîk dike. Lê li Tirkiye tu hevdîtineke dîplomatîk nekir. Pompeo ku li balefirgehê tenê ji hêla konsolê wan ê Stenbolê ve hate pêşwazîkirin, bêyî biçe Enqere yan qene be hevtayê xwe yê tirk jî bibîne ji Tirikye veqetiya. Tenê seredana Patrîkxane û mizgeftekê kir.
Derbarê vê yekê de Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Tarik Çelenk ji Rûdawê re got: “Weke diyar e ekîba Trûmp belav bûye. Pompeo jî dixwaze di hilbijrtina 2024an de bibe namzetê serokatiyê. Ji ber vê jî hewl dide ligel wan derdorên oldar ku li Amerîka bi hêz in pêwendiyeke baş dane. Ez ne di wê baweriyê de me ku eleqeya geşta wî bi polîtîkaya fermî ya Amerîka hebe. Li gor ku em dibînin ji vir pê ve wê pêwendiyên herdû aliyan ne tenê bi saya lîderan bimeşe. Xuya ye ku Tirikeye jî wê neçar bibe da polîtîkayên xwe yên derve rewîze bike.”
Sefera Pompeo ya bêyî hevdîtinên dîplomatîk ku tenê seredana patrîkxaneya ortodoksan li xwe digire ji hêla Tirikye ve bi nerazîbûn hate nirxandin. Çavuşoglû xwest ku hevdîtinekê bi wî re bike. Lê Pompeo got, “Eger tu werî Stenbolê dibe, lê ez nayêm Enqere. Herwiha Çavuşoglû jî neçû Stenbolê. Pompeo jî seredana Patrîkxaneya Fener Rûm ya Ortodoksan kir. Ji ber ku sedema vê weke toleransa Amerîka ya li hemberî baweriyan rave kiribû, di roja dawîn de seredana Mizgefta Rustem Paşa jî xiste ajendaya xwe.
Pisporê pêwendiyên Navdewletî Prof. Îlhan Uzgel jî got: “Tişta xuya ew e ku karê wan bi Tirikye nema ye. Diyar e rêveberiya Erdogan ji rojeva xwe derxistine. Bi vê hevdîtina Pompeo jî xwestin peyamê bidin Tirikye û ew rewş nîşan didin ku wê ew kêşe di serdema Biden de jî beredwam bikin. Bi taybetî mijara S-400an bo Amerîka girîngtir e û beriya ku ji ser post biçin jî xwestin peyameke wisa bidin Tirikye.”
Pompeo li Parîsê gotibû ku wî û Macron polîtîkayên Tirikye yên bi hêrs nirxandine. Herwiha amaje jî pê kir ku daxilbûna Tirkiye digel meseleya Lîbya, Behra Spî, Qerebax û Sûriye jî hatiye nirxandin. Li gorî pisporan bêyî van sedeman, mijara mûşekên S-400 jî dike ku Tirikey û Amerîka li qatên dîqlomasiyê di pêwendiyeke xitîmîdebin. Geşta Pompeo ya bi vî halî, weke nîşaneya kûrbûna krîza dîplomatîk ya di navbera herdû aliyan de tê şirovekirin.
Rudaw
