Parêzgarê Hewlêrê koça dawî kir
Jiber Koronayê koça dawî kiriye.
Parêzgarê Hewlêrê Ferset Sofî ku ew demek bû bi Koronayê ketibû, îro danê sibê koça dawî kir.
Ferset Sofî beriya çend hefteyan bi Koronayê ketibû û jiber têkçûna rewşa wî ya tendirostî bo nexweşxaneyek li Tirkiyeyê hatibû veguhastin, lê rixmî hewldanên nûjdaran îro çarşem danê sibê koça dawî kir.
