Erebên hawirde li Efrînê li dijî çekdaran xwepêşandan saz kirin
Li bajarokê Raco yê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku pêş êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê xwerû kurdnişîn bûye, niha Ereb û Tirkmenên hawîrde li ser mal û milkê Kurdên herêmê rûniştine.
Gendelî, dizî, talankirin û fewzaya emnî ya grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê heta Erebên hawirde jî daxistine kolanan. Ew li pêş baregeha Encûmena Xwecihî ya Raco kom bûn û nerazîbûna xwe nîşan didin.
Piştî xwepêşandanê, polîsên serbazî yên girêdayî hikûmeta demkî ya opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê hejmarek ji van Erebên hawîrde girtin.
Hevjîn û kesûkarên wan hawara xwe digihînin berpirsên Tirkiyê da ku girtiyên wan bên berdan.
Erebeke hawîrde dibêje: “Bi navê Xwdê, bangewaziya me bo serokê rêzdar Recep Tayyip Erdogan û birayên me di Dewleta Tirkiyê de ku berpirsê doseyeya Sûriyê ne, em li bakurê rizgarkirî, em xwîşkên we jinên koçberkirî ne li Raco, em daxwazê li we dikin ku hûn li rewşa jiyana me ya xerab temaşe bikin û kur, bira û hevjînên me azad bikin ku li ba polîsên serbazî li Raco girtî ne.”
Li bajarokê Cindirêsê jî, hejmarek Erebên hawîrde û çekdarên grûpên girêdayî Tirkiyê ku xelkê Xûteya Rojhilat in, daxwaz li polîsên serbazî kirin ku girtiyan azad bikin.
Erebekî din ê hawîrde jî got: “Li şûna xelkê Xûteyê li navçeya Cindirêsê, em daxwazê li polîsên serbazî û sivîl dikin ku birayên me yên ku xwepêşanda ji bo mafên xwe kiribûn herî zû azad bikin.”
Erebên hawîrde ku li nav cadeyên bajarokê Raco xwepêşandanê dikin, beşek in ji hezarên Ereb û Tirkumenên ku di nav malên nişteciyên resen ê Raco de ku Kurd in niştecî bûne û dest jî danîne ser rez, baxce û zeviyên wan wan.
Rudaw
