Şanda Îraqî serdana Hewlêrê kir
Li gel wezîrê navxwe behsa cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê kir.
Îro şandeke hikûmeta Îraqê bi Serokatiya Şêwirmendê asayîşa nîştimanî ya Îraqê Beha Erecî serdana Hewlêrê kir û li wezareta navxwe ya Kurdistanê li gel wezîrê navxwe civiya.
Di civînê de her du aliyan behsa çawetiya cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê û rewşa Mûsilê kirin.
Piştî civînê jî Beha Erecî ragihand ku vê rêkeftina Şingalê di demeke nêz de were cîhbicîh kirin û ti hêzeke leşkerî û îdare ya ne Îraqî li deverê nabe bimîne.
Wezîrê navxwe yê herêma Kurdistanê Rêber Ehmed jî eşkere kir ku me di civînê de behsa çawetiya cîhbicîh kirina rêkeftinê kiriye û vê di demeke nêz de rêkeftina han bi avêtina gavên piratîkî were cîhbicîhkirin.
