• Friday, 06 February 2026
logo

NY bo Îraqê: Îdam kirinê rawestînin

Gulan Media November 18, 2020 Nûçe
NY bo Îraqê: Îdam kirinê rawestînin
beriya du rojan 21 kes hatibûn îdamkirin.
Dibêje em li hember îdam kirinan dilgiranin.

Komîsariyaya bilind ya mafên mirovan ya ser bi Netewên Yekgirtî peyamek pêşkêşî hikûmeta Îraqê kiriye û di peyama han de daxwaz ji hikûmeta Îraqê kiriye ku îdam kirina rawestîne û kar bi biryara îdam kirinê neke.

Di daxuyaniya komîsariyaya bilind ya mafên mirovan de hatiye diyarkirin ku ew weke komîsariyaya bilind ya mafên mirovan li hember îdam kirinê dilgiranin û dixwazên kar bi biryara han neyê kirin.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye tekezkirin ku ew bi bîstina biryara îdam kirina 21 kesan li Îraqê gelek dilgiran bûne.

Weke tê zanîn roja duşemê ( beriya du rojan) li Îraqê 21 kes bi tawana kiriyarên terorîstî hatibûn darvekirin.
Top