Emîne Omer: Em dê guhertinên bingehîn di Rêveberiya Xweser de çêbikin
Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Emîne Omer ji ajanseke xwecihî re ragihand ku ew dê li navçeyên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, konferanseke berfireh li Cezîrê û Firat di dawiya vê mehê de saz bikin û ewê hewl bidin hemû pêkhate têde beşdar bibin.
Emîne Omer got ew dê li navçeyên Rêveberiya Xweser hilbijartinan bikin û destûreke nû deynin û guhertinan di girêbesta civakî de çêbikin.
Di derbarê hilbijartinên Rêveberiya Xweser de jî heta niha Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ti daxuyanî nedane.
Rudaw
