• Friday, 06 February 2026
logo

Komek parlementerên kurd daxwaz dikin Bexda wî diravî nede Kurdistanê!

Gulan Media November 17, 2020 Nûçe
Komek parlementerên kurd daxwaz dikin Bexda wî diravî nede Kurdistanê!
Malpereka kurdî li Herêma Kurdistanê dibêje, ew endamên kurd yên parlementoya Iraqê yên ku neyartiya Herêma Kurdistanê dikin, daxwaz ji hikûmeta Iraqê kirine 320 milyar dînarê ku Bexda bo mûçe dide Kurdistanê, neşîne!

Duhî berdevkê hikûmeta Iraqê, Ehmed Mela Telal ragihand, ew girêdayî rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ne bo şandina 320 milyar dînaran bo mûçeyê karmendên Kurdistanê.

Malpera kurdî bi navê “speemedia.com” ragihandiye, yek ji wan parlementerên kurd yên Iraqê bi navê Serkewt Şemsedîn bi tundî êrişî berdevkê hikûmeta Iraqê kiriye û gotiye, Ehmed Mela Telal kî ye! Daxuyaniya wî tenê ragihandina îflasê ye…!

Wê malperê ji zarê Serkewt Şemsedîn gotiye, ew û çend parlementerên kurd û ereb herin ba serokwezîrê Iraqê û daxwaz bikin wî diravî nede Kurdistanê.

Basnews
Top