Iraqê 21 kes bi tawana karên 'terorîstî' bidarve kirin
Ew zindaniyên Iraqî ji parêzgehên cuda cuda yên wî welatî bûn û di çarçoveya Yasaya Dije-Terorê ya sala 2005 cezayê bidarvekirinê li ser wan hatibû sepandin. Derbarê cor û hûrgiliyên tawanên wan 21 kesan de ti zanyarî nehatine belavkirin.
Ew girtî roja bihorî piştî ku Serokomarê Iraqê biryara dadgehê îmze kir, li zindana bajarê Nasiriyê li parêzgeha Zî Qarê hatin bidarvekirin, tekane zindana li Iraqê ku cezayê îdamê lê tê cîbicîkirin.
Ew zindan ji ber wê yekê naskirî ye, ku berpirsên rejîma berê ya Iraqê ya bi serokatiya Sedam Hisên lê dihatin ragirtin, rejîmek ku sala 2003an di encama êrîşa Amerîkayê de hat rûxandin. Sedam Hisên bi xwe jî di Desembera 2006an hat bidarvekirin.
Xelkê Iraqê ji navê zindana Nasiriyê ditirsin û wê zindanê weke “Hût’ an Neheng bi nav dikin, zindaneke mezin û berfireh ku gelek kes girtiye nav xwe.
Iraq di rêza wan welatên cîhanê ye, ku herî zêde cezayê bidarvekirinê lê tên cîbicîkirin. Li gor rapora herî dawî ya Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International), Iraqê di sala derbasbûyî de 100 kes bidarve kirine û li ser asta cîhanê piştî Çîn, Îran û Siûdiyê, di pileya çarem de cih girtiye.
Dadgehên Iraqê bi dehan kes ji xelkên welatên din bi tometa endambûn di rêxistina DAIŞê de dadgehî kirine û sala bihorî jî cezayê bidarvekirinê bi ser 11 welatiyên Fransî û welatiyekî Belcîkî de sepand, lê belê ew ceza li ser wan kesan nehatine cîbicîkirin.
Rudaw
