Hejmara pêketiyên vîrusa korona li cîhanê 54 milyon derbas kir
Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan bêhtirî 11 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi 8,8 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 5,8 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.
Jiber vîrusa korona li seranserê cîhanê 1 Milyon û 317 hezar û 302 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 246,217 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 165,798 mirinan Brezîlya heye.
Ew vîrus di Berfanbara borî de li Wuhan a Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê diyar dikin ku li Çînê 91 hezar 850 kes bi vîrusa korona ketine û 4 hezar û 742 kes bi wê mirine.
Basnews
