Çekdarên ser bi Tirkiyê ciwanekî Serê Kaniyê kuştin
Rewangeha Sûrî Mafên Mirovan belav kir, gruba Polîsê Leşkerî bi ser gundê Ezîziyê yê li rojavayê Serê Kaniyê de girt û dest bi lêgerên li malan û revandina xortan kir.
Da zanîn jî, di dema lêgera li malan de, ciwanek ji tirsa revandinê ji malê reviya, lê çekdaran gule bi awayekî rasterast li wî barandin û ew kuşt.
Ji dema dagîrkirina Serê Kaniyê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, tawan, kuştin û revandina welatiyan ji aliyê çekdaran ve berdewam e.
Basnews
