• Thursday, 05 February 2026
logo

Hêmin Hawramî: Parlamentoya Iraqê xelkê Kurdistanê ciza kir!

Gulan Media November 16, 2020 Nûçe
Hêmin Hawramî: Parlamentoya Iraqê xelkê Kurdistanê ciza kir!
Cîgirê Seroka Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî ji Kurdistan24 re ragehand, ew a parlamentoya Iraqê kir, armanc jê biçûkkirin a Kurdistanê û birçîkirina xelkê bû.

‌Hawramî dibêje, "Parlamentoya Iraqê xelkê Herêma Kurdistanê ciza kir. Herdem Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeyî rêkeftinê bû."

Hewramî ragehand, "Hikûmeta Herêma Kurdistanê pirsgirêk li gel radestkirina neftê nebû. Parlamentoya Îraqê niyaz a şoveniyane ya çend aliyan derxist û ne yekem car e, Îraq destûrê binpê dike."

Hewramî di axaftina xwe de wiha dibêje:

"Di vê rewşa xirab ya aboriyê de, rewş korona û ketina bûhayê petrolê de xwestin xelkê me birçî bimîne. Lewma me wekû serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê nerazîbûna xwe bi temamî û tûndî ragihand."

Her wiha Hawramî biryarên Iraqê yên li dijî xelkê Herêma Kurdistanê wekî şovenîstî pênase kir.

Li Parlamentoya Iraqê aliyên Şie û Sûnne bi hev re kombûbûn biryarek li dijî Herêma Kurdistanê derxistibûn. Li gorî wê biryarê bûtçeya Herêma Kurdistanê naşînin. Heta ku Kurdistan dergehên sînorî û hemû petrola xwe teslîmî Iraqê neke. Lêbelê heger Kurdistan xwesteka Iraqê bîne cî jî; Iraq Kurdistanê piştrast nake ku dê bûtçeyê bi temamî bide.
Top