Dahênerê vaksîna Coronayê Ugur Şahîn: Zivistana bê jiyan asayî dibe
Ugur Şahîn û hevjîna wî ku bi mejiyê dirustkirina vaksînê tên naskirin, dibêje dê bandora vaksînê, Havînê li cîhanê derbikeve û dê belavbûna pandemiyê kêm bike.
Şahîn amaje bi wê yekê jî kir, li gel berdewamiya belavkirina vaksîna Coronayê, dê belavbûna wê pandemiyê bi awaykî kêm bibe, ku dibe di zivistana bê de jiyan asayî bibe.
Şahîn diyar dike, ewên ku têne vaksînkirin, dê bibin sedema rêgirtina li belavbûna vîrusa COVID-19.
Kompaniya Pfizer a Amerîkî û BioNTech a Almanî bi hevbeşî kar li ser çêkirina vaksîna Coronayê dikin û heftiya bihorî serkeftina vaksînê ragihandibûn.
Tê çaverêkirin, di çend rojên bê de, moleta dabeşkirina vaksînê werbigirin û li Amerîkayê dest bi dabeşkirina wê bê kirin.
Yekîtiya Ewropayê daxwaza 300 milyon perçe ji vê vaksînê kiriye û Brêtaniya jî girêbestek daxwaz kiriye, ku heya dawiya salê 10 milyon vaksînan werbigire.
Rudaw
