• Thursday, 05 February 2026
logo

Hikûmeta Herêmê belgeyên rêkeftina bi Baxdayê re li Perlemanî nîşan dide

Gulan Media November 16, 2020 Nûçe
Hikûmeta Herêmê belgeyên rêkeftina bi Baxdayê re li Perlemanî nîşan dide
Îro Desteya Serokatiya Perlemana Kurdistanê û serokên firaksiyonan dicivin. Biryar e sibe tîmeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarîyê di civîna Perlemanê de bike û belgeyên ku li gel Hikûmeta Iraqê îmze kirine nîşan bidin.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, Civîna îro ya Serokatiya Perlemanê û serokê firaksiyonan weke amadekariyekê ji bo civîna sibe ye ku şanda Danûstandkar a Hikûmeta Herêmê bo Bexdayê di civên de beşdar dibe. Di civînê de şanda Danûstandkar a Hikûmeta Herêmê naveroka rêkeftinên li gel Hikûmeta Iraqê bi belgeyan pêşkêş dikin. Armanc jê ew e ku rastiyan ji Perlemanê û raya giştî re eşkere bike, li hember derbaskirina yasaya qerzê ya Iraqê ku bê îradeya kurd di Perlemana Iraqê de hatibû derbaskirin."

Peyamnêrê me diyar kir, " Agahî ew e ku civîna Perlemanê û şanda Danûstandkar pêk nayê, ji ber ku tê gotin, nêzîkbûn di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Bexdayê de heye ji bo guftûgoyê li ser çareserkirina pirsgirêkan bikin. Ji ber wê, heger civîna sibe pêk neyê, îro Desteya Serokatiya Perlemanê û serokên firaksiyonan necivin.

Ji destpêka destbikarbûna kabîneya nehem a Hukûmeta Herêma Kurdistanê ve, hevkarî û hevahengiyên zêdetir di navbera Hikûmet û Perlemanê de heye, ji bo ku di kar û çalakîyan de şefaf bin, çendîn caran jî tîma Hikûmetê hatiye Perlemana Kurdistanê û ji bilî civînên giştî, bi awayekî cuda jî li gel komîteyên Perlemanê kom bûne.

Top