• Thursday, 05 February 2026
logo

Siûdiye bi fermî hawirde kirina berhemên Tirkî qedexe kir

Gulan Media November 16, 2020 Nûçe
Siûdiye bi fermî hawirde kirina berhemên Tirkî qedexe kir
rêjeya baca ser berhemên Tirkî jî ji sedî 5 kiriye sedî 15.
Ew biryar duhê bi fermî ji aliyê rojnameya fermî ya Siûdiyeyê ve hatiye belavkirin.

Duhê rojnameya fermî ya Siûdiyeyê belav kir ku bi fermana Şahê Siûdiyeyê hawirde kirine her cure berhemeke Tirkî ya weke şîr, goşt, mast, penîr û whd bo Siûdiyeyê hatiye qedexekirin.

Siûdiye beriya niha jî baykot kirina tevahiya berhemên Tirkî ragihandibû.

Herwiha hate zanîn ku Siûdiye rêjeya bacê li ser berhemên hawirde yên Tirkiyeyê ji sedî 5 kiriye sedî 15 û ji niha û pêde hikûmeta Siûdiyeyê rê nade ti kompaniyeke Tirkî ku li Siûdiyeyê kar bike.
Top