Sê serokatiyên Herêma Kurdistanê di civînê de ne
Serokê Perlemana Kurdistanê Rêwaz Fayaq beriya destpêkirina civînê di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: "Civîna me ya îro, civîneke şêwirmendiyê ye. Em ê rewşê ji bo rûbirûbûna vê pêşhatê binirxînin."
Serokê Perlemana Kurdistanê ragihand: “Biryar bû ew kombûn bi serokên firaksiyonên Kurdistanî û endamên Komîteya Darayî yên Perlemana Iraqê û wezîrên Kurd ên di Hikûmeta Iraqê re bihata kirin. Lê ew ji bo demeke din hat paşxistin, da ku zemînekî guncayî bê peydakirin. Ji ber ku armanca her sê serokatiyên Herêmê ew e, yekdengiya ku li Perlemana Iraqê li dijî wê yasayê hebû, berceste bikin. Ji ber wê em hemû dixwazin beşdarî civînê bibin."
Roja Pêncşemê 12 /11 / 2020 perlemanterên Şî'e û Sunne yên di Perlemana Iraqê de yasayê qerzê bê îradeya Kurd û bê amadebûna perlemanterên Kurd pesend kirin. Li gor yasaya qerzê ku hemû perlemanterên Kurd ên hemû firaksiyonên Kurdistanî li dijî wê rawestiyan, pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê dahatên neftê û yên ne neftê radestî Bexdayê bikin, da ku beşek ji qerzê wergirin. Lê belê ew razî nebûn û hola civînê derketin. Perlemanterên, Şîa û Sunne li ser wê projeyasayê deng dan.
K24
