Karvedanên destnîşankirina Babe Şêxê Kurdên Êzidî
Destnîşankirina Babe Şêx di desthilata Mîrê Êzdiyane, lê bi şêwiriya li gel Civata Rûhanî û Cûqeta Babe Şêx û Kesyetiyan, tê destnîşankirin.
Piştî 45 roj ji koça dawî ya Babe Şêx Xurto Hecî, bi biryara Mîr Hazim Tehsîn Beg û razîbûna Civata Rûhanî û 250 serok hozên Kurdên Êzidî Şêx Îlyas wek Babe Şêxê nû yê Êzidiyan hat destnîşnakirin û biryar e roja Çarşema bê li Perestgeha Lalişê rêûresmên olî bo danîna wî bên gêran.
Biryara dawîn li ser destnîşnakirina şûngirê Babe Şêx hat dayîn. Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Kurdên Êzidî li Kurdistan û Cîhanê, bi razîbûna endamên Civata Rûhanî û 250 kesayet û serok hozên Kurdên Êzidî, biryara yekalîker da ji 2 berbijêrên bo cihê Babe Şêx.
Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Kurdên Êzdî li Kurdistan û Cîhanê dibêje, “Me li gel şexsiyetên Êzidiyan mişawre kir, hatin vê derê, yên Şingal, Başîk, Behzana, Duhok, Zaxo, hemû deverên Kurdistana Iraqê hemû hatin, 250 muxtar û serok hoz bûn, me biryara xwe da û ev biryara Mîr e.”
Bi derçûna biryarê, xelkê serdana mala Babe Şêxê nû, Şêx Elî Şêx Îlyas kirin li gundê Şêxka bi mebesta pîrozbahiyê.
Şêx Elî Îlyas sala 1979an jidayîk bûye, di ola Êzdayetiyê de şarezayî heye û hejmarek xelk ji Kurdên Êzidî hatine daxwaziyên bigihîninê berî ku li ser sicada Babe Şêx rûne.
Hacî Hemîd, rizgarbûyi ji destê DAIŞê dibêje, “Ez hatime cem Şêx Elî ku bûye Babe Şêx, ez hatime dosyeya rizgarbûyan bigihînimê ku tiştekî bi van rizgarbûyan bike, li dewletan an li Kurdistan û Iraqê be.”
Di nav civaka Kurdên Êzidî de hinek kes nerazî bûn li ser danîna Babe Şêx û bi dîtina wan pêwîst bû zêdetir rawêj hatiba kirin.
Faris Silêman, Micêwir dibêje, “Micêwr, maqûl û feqîr, dê ew biryarê li ser micêwrê nû bidin, ew biryaran bêyî xelkê Şingalê didin û Êzidiyên Şingalê jî vî Babe Şêxî qebûl nakin.”
Biryar e roja Çarşema bê, li Perestgeha Lalişê rêûresmeke olî bo danîna Babe Şêxê nû bê sazkirin.
Rudaw
